Jiyan

Şelaleya Guverê ya Antalyayê bi ava berf û baranê cardin gur bû

Bekir Bektaş  | 19.02.2026 - Rojanekırın : 19.02.2026
Şelaleya Guverê ya Antalyayê bi ava berf û baranê cardin gur bû

Antalya

Li Antalyayê ji serê salê vir va bi navber berf û baran dibare, bi berf û baranê ra cardin xumexum bi Şelaleya Guverê ket.

Şelale 20 kîlomêtre dûrî navenda bajêr e û di nava sînorên navçeya Doşemeltiyê da cih digire. Li gorî nirxandinê avê di nava tehtên karstîk da rêya xwe dîtiye û şelale wisa çêbûye. Şelale nêzî 2 kîlomêtreyan dirêj e û 115 mêtre bilind e.

Bi bariyên ewran ra ava kanyonê zêde bû û şelale cardin herikî.

Şelale di kanyonê da dîmeneke xweş derxist holê.

Avên herikbar di heman demê da Parka Tebîetê ya Kanyona Guverê jî şên dike. Herêm bi xweşikahiyên xwe yên siruştî derdikeve pêş. Ev der mazûvaniya gelek heywanên kovî yên wekî gakovî, ahû, bizinkovî, xinzîr û roviyan dike.

Ekîba AAyê bi dronê dîmena kanyon û şelaleyê kişand.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.