Jiyan

Şelaleya Girlewikê bala tetîlhezan dikşîne

Li Erzincanê ava ku ji pêşa Çiyayê Munzurê dikişe, li Şelaleya Girlewikê ji 40 mêtre bilindahiyê ra dirije erdê. Li şelaleyê ji ber betlaneya eydê qerebalixî heye

İbrahim Atmaca   | 08.06.2019
Şelaleya Girlewikê bala tetîlhezan dikşîne

Erzincan

Li Erzincanê ava ku ji pêşa Çiyayê Munzurê dikişe, li Şelaleya Girlewikê ji 40 mêtre bilindahiyê ra dirije erdê. Li şelaleyê ji ber betlaneya eydê qerebalixî heye.

Şelaleya Girlewikê 35 kîlomêtre dûrî navenda parêzgehê ye û li gundê Kalecîkê 9 cewê çavkaniyên avê di cewekê da digihêjin hev û ji şelaleyê ra tên xwarê. Şelale ji ber eydê bû pêgeha kesên ku hatine tetîlê.

Şelaleya Girlewikê bala tetîlhezan dikşîne

Li Erzincanê ava ku ji pêşa Çiyayê Munzurê dikişe, li Şelaleya Girlewikê ji 40 mêtre bilindahiyê ra dirije erdê. Li şelaleyê ji ber betlaneya eydê qerebalixî heye ( Kemal Özdemir - Anadolu Agency )

Bi germbûna hewayê ra welatî xwe didin cihên hênik û Şelaleya Girlewikê û derdora wê jî merivan xalî namîne.

Turîstên xwecî û biyanî, di nav hêşinahiya derdorê şelaleyê da dimeşin, geşt û seyranê dikin û betlaneya xwe ya eydê derbas dikin.

Emel Çataka ku seba tetîlê ji Yalovayê hatiye Erzincanê, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew û mêrê xwe bûn hejmetkarê Şelaleya Girlewikê.

Ji ziyaretvanan Nazîf Bîlyay jî li ser bedewiya siruştî ya şelaleyê sekinî û wiha got, "Şelaleya Girlewikê ya Erzincanê ji şelaleyên herî xweş ên rojhilatê ye. Li vê derê di nav hêşinahiyê da aveke nuwaze digerike. Em bi taybetî havînê timî tên û vê derê ziyaret dikin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın