Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Cejna Paskalyayê ya miletê Siryanî pîroz kir
Mardin
Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Cejna Paskalyayê ya welatiyên Siryanî yên li bajêr dijîn, pîroz kir.
Li gor daxuyaniya ku şaredariyê da bi telîmata Walî û Wekîlê Şaredar Mahmut Demirtaş va ekîbên girêdayî Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî di çarçoveya tewdîrên Kovîd-19ê da çûn serdana welatiyên Siryanî.
Di çarçoveya serdana Cejna Paskalyayê da ekîbên ku çûn serdana welatiyên Siryanî silavên Walî Demirtaş ji wan ra gotin û hin diyarî dan wan.
Di daxuyaniyê da gotinên Walî Demirtaş jî hatin parvekirin û wî got ku ew li Mêrdîna gelek reng û olan di nav xwe da dihewîne di rojên pîroz û bimbarek da li cem welatiyên xwe ne û wiha pê da çû: "Wek şaredarî me xwest ku di vê roja wan a pîroz da em li cem wan bin."
Siryani yên niştecihên Mêrdînê jî ji Walî Demirtaş û xebatkarên şaredariyê ra spas kirin.