Jiyan

Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê pirsgirêka rêya gundewar a nêzî 20 salan çareser kir

Beşir Şavur  | 25.06.2025 - Rojanekırın : 26.06.2025
Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê pirsgirêka rêya gundewar a nêzî 20 salan çareser kir

Mardin

 Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê pirsgirêka rêya ku 6 taxên gundewar li ser in û nêzî 20 salan e dewam dike, çareser kir.

Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat dayîn, li tevahiya bajêr ji bo ewledarkirin û çêkirina rêyan, veberhênan dewam dikin.

Di vê çarçoveyê da Serokatiya Daîreya Karên Fenê rêya taxên gundewar ên Dara, Yardere, Ahmetlî, Aytepe, Sulakdere û Buyukkardeşê çêkir û pirsgirêka ku nêzî 20 salan e dewam dike, çareser kir.

Xebat bi telîmata Walî û Cîgirê Şaredarê Bajarê Mezin Tuncay Akkoyun dan destpêkirin û rêya taxên gundewar hatin vekirin û asfaltkirin. Beriya rê were çêkirin, mesafe 100 kîlomêtre bû, bi çêkirina rê ra mesafe daket 40 kîlomêtreyî û nêzî 40 tax wê ji vê rêyê ra herin û werin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.