Samî Yusivê muzisyenê ji Îngiltereyê yê ku eslê wî ezerî ye diyar kir ku bi teybetî şerê ku li elema Îslamê dewam dike divê demildest biqede, di van şeran da mirina zarokan êş û janê qat bi qat zêde dike.
Samî Yusivê ku ji bo çalakiyên Hefteya Ji Dayîkbûna Pîroz li Tirkiyeyê ye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku ji ber şerê ku li Sûriyeyê ji sala 2011an vir de dewam dike ji 300 hezarî zêdetir kes mirin û di nav van kesan di zarokên bêgune jî hene.
Yusiv wiha got: "Êşa herî mezin mirina zarokan e. Ji ber hemû kesên ku dimrin meriv ber xwe dikeve lê belê ku ev zarok bin jana merivan bi hezar qatî zêde dibe.
Samî Yusivê ku bi destê Kovava TIME di sala 20016an de wek "Sitêrka Rockê yê herî mezin ê elema Îslamê" hatibû nîşandan got ku ji ber ku qasidê Bernameya Xureka Dinyayê ya Neteweyên Yekbûyî ye gelekî kêfxweş e û heta ku ji destê wî tê ew ê di xebatên alîkariya mirovahiyê de cî bigre.
Samî Yusiv diyar kir ku herî dawî di sala 2014an de kampa Zaatariyê ya ku li Urdunê ji bo penaberên ji Sûriyeyê hatiye amadekirin û tê de 83 hezar penaber dimînin ziyaret kir û wiha pê de çû: "Şer kesî ji yê din cuda nabîne. Muhîm nîne ku şer ji kîjan aliyî û bi destê kê hatiye. Şer bêmerhemet e."
Yusiv ji bo rewşa penaberên ji Sûriyeyê got "janeke wisa ne ku meriv nikare tamîş bibe" û wiha axivî: "Dema ku li wê derê bin dibê her tim devê we bi ken be û heviyê bidin wan lê belê meriv dibîne ku ev tiştekê zehf zor e."
Yusiv destnîşan kir ku digel vê yekê meriv dibîne ku baweriya wan saxlem e û ev jî meriva kêfxweş dike û wiha got: "Penaber ji bo jiyana xwe têkoşînê didin û dev jê bernadin. Penaber bi hêrs nînin, têkçûyî dibînin. Taybetiya penaberên ji Sûriyeyê yên li wê derê ew e ku xwedî metanet in, li ser xwe ne, anor û heysiyeta wan heye."
Samî Yusiv ji bo ku şerên li Sûriye, Yêmen û Iraqê dewam dikin bên sekinandin bang kir. Yusiv diyar kir ku "tu carî ji siyasetê hez nekiriye" û şerên ku derdikevin jî encama lihevnekirnên siyasî ne û dibê siyasetmedarên payebiling van şeran bidin sekinandin.
Yusiv wiha pê de çû: "Dibê tundî demildest bê sekinandin, bi awayekê ecele alîkariya xurek û tenduristiyê bidin mirovan. Piştî ku tundî sekinî û alîkarî hatin dayîn dibê siyasetmedar li ser maseyê rûnin û meseleyê çareser bikin, meseleyê bi tankan çareser nekin."
Samî Yusiv got meriv ku rûnê niqaşan bike xwe digihîne aştiyê û wiha axivî: "Tişta ku em ji dîrokê hîn bûn ew e ku aştî bi şer nayê bidestxistin. Tu carî şer ji tiştekî re nebûye."
Samî Yusiv li Tebrîza bajarê Îranê hat dinyayê. Eslê wî ezerî ye û ji 3 saliya xwe vir de li Londrayê dijî û li wê derê perwerde dît. Yusiv li piyano, keman, tar, tombak, santur û tefê dixe. Yusiv got ku xwe wek "ji qelbê xwe merivekê kevneşop" dide nasîn.