Ahmet Aydın
17 Mijdar 2017•Rojanekirin: 18 Mijdar 2017
LONDON
Balafir û helîkoptêra ku li herêma Buckinghamshire ya Îngiltereyê li asîmanan li hev qelibîn û ketin, sivîl bûn.
Hat ragihandin ku balafira sivik û helîkoptêra ku nêzîkî bajarokê Aylesbury ya herêma Buckinghamshireyê li asîmanan li hev qelibîn û ketin, ne leşkerî ne.
Hat hînbûn ku herdu wesayitên asîmanê bi seata herêmî seat derdora 12.00an li hev qelibîne û ketine û piştre îtfaiye û ekîbên tendirustiyê ji cihê bûyerê re hatin sewqkirin.
Ji aliyekî din ve hê naye zanîn ka di qezayê de mirî yan jî birîndar hene yan na.