Jiyan

Sê mehên pîroz îsal wê cara duyemîn dest pê bikin

Fırat Taşdemir  | 14.12.2025 - Rojanekırın : 17.12.2025
Sê mehên pîroz îsal wê cara duyemîn dest pê bikin

Ankara

Li gorî hesabên salnameya hîva qemerî ya Serokatiya Lijneya Bilind a Karên Dînî ya Serokatiya Karên Diyanetê, sê mehên pîroz ên ku Receb, Şeban û Remezanê dihewînin wê îsal cara duyemîn, roja yekşemê di 21ê Çileya Pêşîn da dest pê bikin.

Îsal sê mehên ku wê di 1ê Çileya Paşîn da dest pê bikin, li gorî hesabên salnameya hîvê ya hicrî, wê cara duyemîn roja yekşemê di 21ê Çileya Pêşîn da dest pê bikin.

Destpêkirina sê mehan a di heman salê da ya du caran, her 32-33 salan carekê diqewime.

Sê meh ji bo Misilmanan derfetek e ku ew bi hestên xwe yên dînî va zêde îbadetê bikin, li ser jiyana xwe ya rojane bifikirin, xwe nû û dewlemend bikin.

Di sê mehan da şevên taybet ên wekî qendîla Regaîb, Mîrac û Şeva Qedrê hene.

- "Remezan wê di 19ê Sibatê da dest pê bike"

Li gorî agahiyên li ser malpera Beşa Hesabkirina Wextê Serokatiya Karên Diyanetê ya "vakithesaplama.diyanet.gov.tr"yê, destpêka sê mehên pîroz wê di meha Recebê da be.

Qendîla Regaîbê wê roja pêncşemê di 25ê Çileya Pêşîn da were pîrozkirin.

Qendîla Miracê ya wekî şeva ku Hezretî Mihemed çû li ber hizûra Xwedê tê qebûlkirin jî wê di 15ê Çileya Paşîn da bê pîrozkirin.

Qendîla Beratê ya ku wekî "mizgîniya Remezanê dide" tê hesibandin jî wê di 2yê Sibatê da çêbibe.

Meha Remezanê ya ku ji hêla Misilmanan va wekî "siltana yanzdeh mehan" tê binavkirin jî wê di 19ê Sibatê da dest pê bike.

Şeva Qedrê di 16ê Adarê da wê bê pîrozkirin û di 20ê Adarê da jî Eyda Remezanê wê dest pê bike.

- "Di sê mehan da manewiyata bawermendan xurt dibe"

Pisporê Lijneya Bilind a Karên Dînî Omer Tîryakî ji nûçegihanê AA ra diyar kir ku di kevneşopiya Îslamê da mehên Receb, Şeban û Remezan xwedî atmosfereke manewî ne û Misilman di van mehan da îbadetê dikin û ji hêla manewî va xurt dibin.

Tîryakî anî ziman ku şevên Regaîb, Mîraç, Berat û Qedrê têkiliya însanan û Xwedê xurt dike û wiha axivî "Ev şev ji bo Misilmanan derfet in ku tobe û dia bikin, nimêjên qezayê an jî yên nafîle bikin, rojiyê bigirin, Quranê bixwînin û guhdarî bikin, zikatê bidin, têkiliyên malbatê biparêzin, emelên salih bikin û tevlî hevgirtina madî û manewî bibin. Ew atmosfera manewî ya ku di van deman da çêdibe manewiyata bawermendan xurt dike û her weha dibe sedem ku gelek kes ji gunehan dûr bisekinin. Wekî din, di şevên qendîlê yên pîroz da mirov di mizgeftan da dicivin, emir û qedexeyên dînî fêr dibin ku ji vê hêlê va jî ew şevên hêja ne. Wekî din, ew roj û şevên pîroz in ku ji bo yekîtî û hevgirtina me dibin alîkar û her wiha ji bo avakirina hişmendiya civakî jî dibin wesîle."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın