Sûlava Meyayê ya li Agiriyê li benda keşifkirinêye

Ağrı
Sulava Meyayê ya li Diyadîna navçeya Agiriyê ku Bajarê Kevn a Antîk a dîrokî jî lê ye bi xweşiyên biharê va balê dikşîne ser xwe.
Sulava li gundê Gunbulduyê ye zivistanê cemed digire û biharê jî bi berf helînê va ava wê zêde dibe. Çar aliyê sûlava ku di nav geliyekî kur da cî digire û dor û berên wê zinarin di her demsalê da xweş e.
Zivistanê şembelîkên ji bejna mirovan mezintir bi sûlavê va tên xwarê û biharê jî ava jê diherike behna mirov derdixe.
Îsmaîl Şahînbaşê li herêmê wêneyan dikişîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Diyadîn ji hêla çandî û dîrokî va devereke girîng e û çavkaniyên wê yên avî jî gelek in û wiha pê da çû: "Biharê dema berf dihele ji sûlavê av diherike û heta meha tebaxê jî dewam dike. Zivistanê jî şembelîkên qirase pê da tên xwarê."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.