Jiyan

Rêyên ku li Sasonê ji ber hezazê girtî bûn,ji bo trafîkê têne vekirin

Metin Özmen  | 24.10.2025 - Rojanekırın : 24.10.2025
Rêyên ku li Sasonê ji ber hezazê girtî bûn,ji bo trafîkê têne vekirin Metin Özmen

Batman

 Rêyên ku li Sasona navçeya Batmanê ji ber hezazê girtî bûn,ji bo trafîkê têne vekirin.

Tîmên Îdareya Taybet ya Sasonê li ser rêyên gundên Sasonê ku ji ber barana zêde ya rojên dawî ji trafîkê ra girtî bûn, bênavber dixebitin.

Rêveberê Îdareya Taybet ya Sasonê Muttalîp Çelik diyar kir ku ji ber baranê gelek rêyên gundan yên navçeyê ji trafîkê ra hatine girtin û tîm li gorî talîmatên Qaymeqamê Navçeyê Furkan Başar bi şev û roj dixebitin.

Çelik diyar kir ku heta niha rêyên 20 gundan ji bo trafîkê hatine vekirin û got, "Tîmên me bi baldarî dixebitin da ku hemû rêyên komê vekirî bimînin. Xebat li ser 15 rêyên gund û mezrayan yên ku hatibûn girtin berdewam dike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın