Jiyan

Rêya Hekarî-Çukurcayê ya ku ji ber berfê hatibû girtin hat vekirin

Sayim Harmancı  | 19.03.2024 - Rojanekırın : 20.03.2024
Rêya Hekarî-Çukurcayê ya ku ji ber berfê hatibû girtin hat vekirin

Hakkari

 Li Hekariyê rêya Hekarî-Çukurcayê ya ku ji ber şapeyê hatibê girtin di encama xebata ekîban da hat vekirin.

Li Hekariya ku ev du roj in lê şilope dobare ekîbên Rêbejayê, Îdareya Taybet a Bajêr û Şaredariya Hekariyê rêya ku ji ber şapeya ket herêma Depînê hat girtin, xebat kirin.

Ekîban sibehê va bi makîneyên kar xebat kirin û berfa ku çendî mêtro ketibû ser hev avêtin û rê ji şerîdekî ji hatin û çûyîna wesayîtan ra hat vekirin.

Wesayît bi kontrol ber bi navenda bajêr û aliyê Çukurcayê va çûn.

Li herêmê ekîbên polês û rêbejê tevdîr hildan û ekîbên AFADê hember rewşên neyinî li herêmê amade ne û xebatên firehkirina rê jî dewam dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın