Önder Beyter
20 Gulan 2019•Rojanekirin: 21 Gulan 2019
Li Sasona navçeya Batmanê xebatên vekirina rêya gund a ku ji ber hezazê hatibû girtin, dewam dikin.

Li gorî agahiyê, rêya di navbera gundê Aydinli, mezreya wê Yenî Çakmak û bajarokê Yucebagê da meha çûyî di hezazê da hat girtin. Li ser vê yekê, ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê li jora devera ku hezaz lê çêbû dest bi çêkirina rê kirin.
Ji ber ku rê girtî ye, ji gundê Aydinli û mezreya wê Yenî Çakmakê çûn û hatina bo bajarokê Yucebagê ji ser navçeya Sasonê ra tê kirin.