Jiyan

Rêya Gola Kraterê ya Nemrûdê ku ji ber berfê girtî bû bi xebata ekîban hat vekirin

Şener Toktaş, Berfin Sidar Aşit  | 03.05.2025 - Rojanekırın : 08.05.2025
Rêya Gola Kraterê ya Nemrûdê ku ji ber berfê girtî bû bi xebata ekîban hat vekirin

Bitlis

 Li Tetwana navçeya Bidlîsê rêya Gola Kraterê ya Nemrûdê ku ji ber berfê girtî bû bi xebata ekîban hat vekirin.

Ekîbên Îdareya Taybet a Parêzgehê li Bidlîsa ku demsala zivistanê lê dijwar derbas dibe, ekîban ji bo vekirina rêyên ku ji ber berfê asê bûne xebat dan destpêkirin.

Tevî şert û mercên neyênî yên hewayê ekîb karîn biçin herêmê û rêyê vekin. Bi xebata ekîban rêya Gola Kraterê ya Nemrûdê ku geştiyarên xwemalî û biyanî serdana wê dikin, hat vekirin.

Waliyê Bidlîsê Ahmet Karakaya serdana herêmê kir û derbarê xebatên maliştina berfê da ji Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Parêzgehê Adem Aydogdu agahî sitand.

Karakaya di daxuyaniya xwe ya ji bo endamên çapemeniyê da anî ziman ku di rojên pêşî yên meha Gulanê da rêya Gola Kraterê ya Nemrûdê hat vekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın