Rêya Erdexan-Şavşatê ji ber berf û pûkê ji wesayîtan ra hat girtin
Ardahan
Rêya Erdexan-Şavşatê ji ber berf û pûka zêde ji wesayîtan ra hat girtin.
Berf û pêka ku li cihên bilind ên bajêr bandora xwe zêde kir li rêya Erdexan-Şavşatê ya ku Erdexanê bi Behra Reş va girê dide mesafeya dîtinê kêm kir.
Ji ber şert û mercên hewayê yên nebaş texma Saharayê ya rê ji derbasbûna hemû wesayîtan ra hat girtin.
Ji bo ku bikarin li herêmê xebata têkoşîna dijî berfê bikin divê pêk raweste.
Ji hêla din va texma Ilgarê ya rêya Damal-Posof-Turkgozuyê ya ku diçe Deriyê Gumrikê ya Turkgozuyê jî ji bo tiran hat girtin.
Ji ber berfa ku li tevahiya bajêr bi bandor e hişyarî dan ajokaran û hat xwestin ku bi tevdîr bin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
