Rêya Diyarbekir-Şanliurfayê ya şirîda wê ji ber TIRa welgeryayî hatibû girtin, hat vekirin
Diyarbakir
Di rêya Diyarbekir-Şanliurfayê da ku ji ber TIReke welgeryayî şirîdeke wê hatibû girtin, çûyîn û hatin normal bû û şirîd vebû.
TIRa ku ji Nevşehirê diçû Batmanê, kartol lê barkirî bû, Sefa Y. diajot û plaqeya wê 50 ADS 646 e, di rêya Diyarbekir-Şanliurfayê da li Çaryana Gelengoçê ji rê derket û welgeriya.
Li ser êxbarê ambulans û polês sewqî cihê qezayê kirin.
Şofêrê ku di qezayê da birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê.
Ji ber TIRa ku welgeriya û kartol pereşandî nava rê bûn, şirîdeke rê hat girtin.
Piştî ku dora wesayîtan dirêj bû, ji şirîta din ra çûyîn û hatin bi kontrolî pêk hat.
Dû ra TIR bi barkêşê ji cihê qezayê hat rakirin û paqijî hat kirin. Dû paqijiyê rê vebû û çûyîn û hatin jî normal bû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
