Rêwîtiya dagêrê ya koçeran ji zozanên Qersê berdewam dike
Kars
Koçerên ku biharê tevî keriyên xwe ber bi bilindahiyên Qersê va çûne, niha jî bi hatina payîzê rêwîtiya xwe ya dagêrê ya dijwar didomînin ku bi sarbûna hewayê ra dest pê kiriye.
Koçerên ku di meha Gulanê da ji hin deverên herêmên Îdir û Qersê tên û diçin zozanên Sariqamîşê û heta dawiya payîzê dimînin, pezê xwe li herêmê xwedî dikin.
Koçerên ku nêzîkî şeş mehan li zozanên herêmên Soganli û Kizilçubukê yên Sariqamîşê yên li bilindahiya 2 hezar û 600 mêtroyan dimînmin, bere bere ji herêmê bar dikin.
Piştî çûyîna keriyên mezin, birên pez û bizinan jî herêmê diterikînin. Rêwîtî bi qasî 20 rojan didome. Bi kûçikên gir û gurêx yên şivaniyê di nav şert û mercên hewayê yên nebaş û li hember êrîşên guran bi baldarî dadigerin.
Mixtarê gundê Şehîtlera li ser Sariqamîşê Mehmet Kiliç daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li deşt û zozanên Sariqamîşê zozanên xweş hene.
Kiliç diyar kir ku welatî pez û bizinan bi hatina biharê ra derdixin zozanan û got, "Zozanên Sariqamîşê kesk û hêşîn û her tim kulîlk vedidin. Ev ji bo pez nîmetek e. Pez ji Îdir û herêma Qersê tên zozanên Sariqamîşê. Her ku zivistan nêzîk dibe, keriyên pêz hêdî hêdî ber bi Îdirê va diçin. Keriyên mezin êdî çûne û yên biçûk hîn jî di rê da ne."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
