Jiyan

Rêncber ji bo derketina zozanên ku kulîlkan lê vekirine amadehiyê dikin

Li Qersê gundiyên ku debara xwe bi heywandariyê dikin, ji bo derketina zozanan amadehiyê dikin

İbrahim Atmaca  | 01.06.2020 - Rojanekırın : 02.06.2020
Rêncber ji bo derketina zozanên ku kulîlkan lê vekirine amadehiyê dikin

Kars

Li Qersa ku pez û dewar nêzî 6 mehan li zozanên wê diçêrin, rêncber îsal ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) dereng derketin zozanan û ji bo derketinê amadehiyê dikin.

Ji ber ku bihar û havînê li zozanan hewa hênik e û çêreya lê xweş e, rêncber dertên zozanan. Bi taybetî dertên Zozanê Mişko ku dikeve quntara Çiyayê Yahniyê yê bilindahiya wê 1993 raqim e. Rêncber seba derketina vê zozanê bi heywanên xwe ra bi kîlomêtroyan rê dimeşin.

Welatî 15 roj beriya ku derkevin zozanan, li wesayîtekê siwar dibin û di nav 2 saetan da dertên zozanê û kêmasiyên mal û tewleyên xwe tesbît û temîr dikin. Piştî kutakirina kêmasiyan îcar bi birên pezê xwe ra dertên zozanê.

Welatî di hefteya ewil a meha hezîranê da dertên zozanên ku çêre lê hêşîn bûye û kulîlk û çîçekan lê vekiriye.

Midûrê Bajêr ê Çandinî û Daristanê Huseyîn Duzgun daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li Tirkiyeyê ji bo xwedîkirina pez û dewaran Qers cihekî girîng e.

Duzgun daxuyand ku ji bo çêrandin û xayîkirina pez û dewaran îklim û erdnîgariya Qersê baş e û wiha dewam kir, "Rêncberên me ji meha gulanê pê va heywanên xwe berdidin çêre. Mêrg û çîmenên her gundên navçeya me hene. Zozanên nêzî 120-130 gundî jî hene. Berf rabû, li zozanên Akyaka, Dîgor û hinek zozanên Arpaçayê û li navendê amadehiya derketina zozanan dest pê kir."

Ji rêncberên ku amadehiya derketina zozanan dike Yusuf Aykut diyar kir ku ew di nîvê meha gulanê da bi germbûna hewayê ra dertên zozanan û kêmasiyên xwe temam dikin û ew ê îro jî ser mala xwe û tewleyan temîr bike.

Rêncber Abdurraman Aydin jî got ku wan amadehiya seba derketina zozanê kuta kir û wiha dewam kir:

"Heke bibe nesîb em ê derkevin zozanê. Mala me ya zozanê hilweşiyaye, me ji nû va dîwar danî. Em dora 08.00î hatin vê derê û me dest bi xebatê kir. Em heta êvarê li vir in û piştî ku tarî bikeve, em ê wê çaxê vegerin gund."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın