Rêbejaya Qers-Goleyê ji çûn û hatinê ra vebû
Kars
Rêbejaya Qers-Goleyê ya ji ber berf û bagerê hat girtin, ji çûn û hatinê ra vebû.
Li bajêr di rêbejaya Qers-Goleyê da ya ku duh ji ber berf û bagerê ji derbasbûna hemû wesayîtan ra hat girtin, xebat hat destpêkirin.
Bi xebata ekîban rê ji çûn û hatinê ra vebû.
Di daxuyaniya Walîtiyê da wiha hat gotin, "Rêya dewletê ya Susuz-Bogatepe-Goleyê ji trafîqa hemû wesayîtan ra hat vekirin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
