Rotayên meşê yên li Mûşê ji bo xizmeta geştiyariyê têne dijîtalîzekirin
Muş
Li Mûşê Rotayên nû yên meşê ku siruşthezan di dema meşên siruştê da keşif kir, di çarçoveya "Projeya Bi Gavan Keşif bike" da ya ku Wezareta Navxweyî piştevaniya wê dike, têne dijîtalîzekirin û ji bo xizmeta geştiyariyê tên bikaranîn.
Komeleya Genç Adimlarê (Gavên Ciwan) ji bo destnîşankirin û pêşvebirina rêyên meşê li bajarê ku bi xweşikbûna xwe ya siruştî tê zanîn, projeyek amade kir.
Bi projeya ku Rêveberiya Giştî ya Têkiliyên Civaka Sivîl a Wezareta Karên Navxweyî piştgiriya wê dike, endamên komeleyê di demên diyarkirî da bi siruşthezan ra li ser rêyên diyarkirî beşdarî meşê dibin.
Endamên komeleyê dest bi barkirina rêyên ku ji hêla cîhazên pozîsyona GPS va hatine tomarkirin, bo formata dijîtal kirine.
Endamên komeleyê piştî ku heta niha li ser 5 rêyan xebata xwe temam kirine, herî dawî li ser Çiyayê Kurtikê yê bilindahiya wê 2 hezar 645 metre ye û bi berfê venixumandî ye, meş li dar xistin.
Siruşthezên ku ji pîşeyên curbecur in, parkura dijwar a 8 kîlometreyî ya di bin berfê da dijîtalîze kirin.
Komeleya ku hê li ser 20 rotayên din dixebite, armanca wê ew e ku van guzergehan bi rêya platformên dijîtal ên gihîştina wan asan tevlî geştiyariye bike.
Serokê Komeleyê Sedat Ozcan ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew hilkişiyane lûtkeya Çiyayê Kurtikê ku bi berfê venixumandiye û bilindahiya wê 2 hezar û 645 metre ye.
Ozcan diyar kir ku Çiyayê Kurtikê yek ji wan cihên bajêr e ku herî pêşîn berf li vir dibare û herî dawîn jî li vir dihele û wiha dewam kir:
"Rêya pêncemîna ku di çarçoveya 'Projeya Bi Gavan Keşif bike' da ya ku Wezareta Karên Navxweyî dimeşîne, ketibû rewacê, me bi serkeftî temam kir. Çiyayê Kurtikê bi avhewaya xwe ya dijwar, raqima xwe ya bilind û dîmena xwe ya ku li Deşta Mûşê dinihêre, yek ji deverên siruştî yên herî balkêş ên bajêr e. Dema ku projeya me temam bibe, hemû rotayên ku hatine çêkirin dê bên dijîtalîzekirin. Ev ê rê bide siruşthezan ku hem li herêmê û hem jî li seranserê welêt, bi hêsanî bigihêjin van rêyên li Mûşê."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
