İbrahim Atmaca
25 Îlon 2019•Rojanekirin: 29 Îlon 2019
Resamê Îtalyan Luigi Ballarin ji zarokatiya xwe heta niha li pey motîfên Îslamî ketiye û 25 sal e di atolyeyên xwe yên li Stenbol, Roma û Venedîkê da li ser tabloyan motîfên Îslamî xêz dike.
Ballarin motîfên Îslamî yên ku di lêkolînên xwe da rast hatiye li ser berhemên xwe dineqişîne û piştî Roma û Venedîkê li Stenbolê jî atolye vekiriye û ji nûçegihanê AAyê ra qala berhemên xwe û tecrubeyên xwe yên Tirkiyeyê kir.
Ballarin li Venedîkê hatiye dinyayê û li hawirdorekî ku bi resim û hêkelan ra eleqedar mezin bûye. Ji zarokatiya xwe heta niha bi Misilmanan ra di nav têkiliyê da bûye.
Ballarin di piçûktiya xwe da Misilmanên ku bi hunera camê ya Muranoyê ra eleqedar dibin nas kiriye, bi salan li ser Îslam û berhemên wê yên çandî lêkolîn kiriye, li gelek welatên Misilmanan geriyaye û li ser motîfên Îslamî û îbadetên misilmanan lêkolîn kiriye.