Ciwanê Iraqî bi bandên kasetan va portreyên gelek hunermendan çêdike
Resamê ciwan ê Iraqî Ebdul Ala Faysal bandên manyetîk ên kasetên kevin berhev kirin û ji bandan Îbrahîm Tatlises jî tê da portreya gelek hunermendan çêdike
Baghdad
Resamê ciwan ê Iraqî Ebdul Ala Faysal bandên manyetîk ên kasetên kevin berhev kirin û ji bandan Îbrahîm Tatlises jî tê da portreya gelek hunermendan çêdike.
Iraqî heta sala 2003yan kasetên Ummu Gulsum, Ebdulhalîm Hafiz, Feyrûz, Ferid Atraş, gelek hunermendên din ên Ereb û Îbrahîm Tatlises û Sîbel Can jî guhdar dikirin.
Ji ber ku kaset mîna berê nayên guhdarîkirin û rabûne, Ebdul Ala Faysalê ku li Bexdayê dijî, bi qabiliyeta xwe ya resamtiyê bi bandên manyetîk ên kasetan va portreyên hunermendan çêdike.
Faysal daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew piştî dibistana navîn û lîseyê 5 sal li Enstîtuya Hunerên Bedew perwerde bû û qabiliyeta wî ya çêkirina resman bi vê perwerdeyê pêş ket.
Faysal li ser çêkirina portreyan wiha axivî: "Rojekê ez vedigeyam malê, min li kêleka rê banda kasetekê dît. Min ew hilda û danî atolyeya xwe. Dema ku min Bob Marley guhdarî dikir, bi bandan va çêkirina portreya vî hunermendî ket hişê min."
Faysal diyar kir ku ew ji stranên Îbrahîm Tatlises hez dike û ji ber vê jî wî bi banka kasetê va portreya Tatlise çêkir.