Jiyan

Rêncber heywanên xwe di Gola Wanê da hênik dikin

Necmettin Karaca  | 25.07.2023 - Rojanekırın : 02.08.2023
Rêncber heywanên xwe di Gola Wanê da hênik dikin

Van

 Li Erdîşa navçeya Wanê ji ber ku hewa germ e, rêncber dewarên xwe di Gola Wanê da hênik dikin.

Rêncberên Taxa Golagziyê dewarên xwe li qeraxên golê diçêrînin û paşê ji bo ku hênik bibin dewaran dixin Gola Wanê.

Rêncber Gokhan Kizildere ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew dewaran di golê da dişon û hênik dikin.

Kizildere diyar kir ku ava Gola Wanê şifadar e û wiha dewam kir, "Ava golê ji bo nexweşiyên çerm û ji bo heywanên ku di lingên wan da birîn hene, baş e. Dema ku hewa germ dibe, em heywanên xwe tînin qeraxê golê. Em wan dixin avê. Mezinên me jî heywan di golê da dişûştin. Em havînê di hefteyê da çend caran heywanên xwe tînin golê."

Burhan Dînç jî diyar kir, piştî ku heywan di golê da avjeniyê dikin, rehet dibin û wiha dewam kir, "Hewa pir germ e. Heywan dikevin avê û hênik dibin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.