Rêjeya tijîbûnê ya Gola Bendavê ya Gulbaharê ji sedî 86an dakete ji sedî 4an

Bingöl
Li Gola Bendavê ya Gulbaharê ya Bîngolê, rêjeya tijîbûnê mehê ji sedî 86an dakete ji sedî 4an.
Gola Bendava Gulbaharê di navbera salên 1996 û 2003yan da li ser Çemê Koçanê ya li gundê Agaçeliyê ji bo avdanê hat çêkirin ku asta ava golê ji ber zîhabûna gerdûnî û avdana zêde pir kêm bû.
Li gorî agahiya Midûriyeta Şaxa 94emîn a Karên Avê ya Dewletê, rêjeya tijîbûna Bendava Gola Gulbaharê îsal di 15ê Gulana da ji sedî 86 hatibû pîvandin, lê di 1ê Cotmehê dawiya heyama avdanê da daket ji sedî 4an.
Rêya berê ya Solxanê û bermahiyên hin avahiyan jî ji ber kêmbûna asta avê xuya bûn.
Hin şofêrên ku ji herêmê derbas bûn, rêya ku berê di binê avê da mabû bi kar anîn.
Doç. Dr. Emrah Akyuzê ku li Dibistana Bilind a Pîşeyan a Zanistên Civakî ya Zanîngeha Bîngolê dixebite û 5 sal in der barê zanista jîngehê û siyaseta vejenê da lêkolînên zanistî dike, daxuyand ku guherîna avûhewayê, hişkayiya zêde û bikaranîna nebaş ya avê dibin sedem ku di bendavan da av kêm bibe.
Akyuz anî ziman ji bo ku rê li ber bikaranîna avê ya zêde û nebaş bê girtin, divê rê û rêbazên avdanê yên nûjen bên xebitandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.