Jiyan

Qismekî Geliyê Akyakayê ji zibil hat safîkirin û seba turîzmê hat vekirin

Cüneyt Çelik  | 15.10.2021 - Rojanekırın : 17.10.2021
Qismekî Geliyê Akyakayê ji zibil hat safîkirin û seba turîzmê hat vekirin Cüneyt Çelik - AA

Kars

 Li Akyakaya navçeya Qersê Geliyê Akyakayê ku berê wekî sergo dihat xebitandin, bi projeya Qaymeqamtiya Akyakayê ji zibil hat safîkirin û qismekî gelî seba turîzmê hat vekirin.

Gelî di navbera gundên Şahnalar û Kayakopruyê da ye û dirêjahiya wê 10 kîlomêtre ye. Qsmekî projeya ku seba gelî hat amadekirin, kuta bû. Gelî berê wekî sergo dihat xebitandin û bi makîneyên kar va hat paqijkirin û paşê li kêleka Çemê Qersê seba peya û wesayîtan rêyên nû hatin çêkirin.

Li herêma gelî ser 10 donimî kamelya hatin bicihkirin û qadên civakî hatin çêkirin. Her wiha wê cihên pîknîkê û tesîsên nû jî lê werin çêkirin.

Piştî ku etaba ewil a projeyê hat çêkirin, meriv herêmê ziyaret dikin û bi malbatên xwe va lê digerin û pîknîkê dikin.

Midûrê Îdareya Taybet a Akyakayê Ahmet Bulut ji nûçegihanê AAyê ra got ku gelî berî niha wekî sergo dihat xebitandin û niha hat paqijkirin û wiha dewam kir:

"Me gelî seba turîzmê amade kir û heta niha me 11 kamelya lê danîn, kanî çêkir, bufe lê vekir. Her wiha lavabo û daşir jî lê hatin çêkirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın