Qesra Îshaq Paşa di eydê da ziyaretvanan diezimîne

Ağrı
Li Bazîda navçeya Agiriyê bi minasebeta tetîla Eyda Qurbanê liv û lebata li Qesra Îshaq Paşa zêde bûye.
Qesra ku li başûrê bajêr dimîne û ji aliyê rojhilat û başûr jî pala xwe daye teht û girên asê, salê çar demsal ziyaretvanan diezimîne.
Di nav qesra dîrokî da ya ku di heyama Osmaniyan da di Dewra Laleyan da hatiye çêkirin, mizgeft, ode, sûr, tirbe, hewşên dereke û navxweyî, dîwan û salonên heremê hene.
Qesra ku her wisa di Lîsteya Berwext a Kelepora Cihanî ya UNESCOyê da ye û şopên ji mîmariya Osmanî, Selçûqî, Barok û Rokoko dihewîne, van rojan ji welêt û dervayî welêt ziyaretvanan diezimîne.
Ziyaretvanên qesrê di heman demê da firsenda dîtina Tirbeya Ehmedê Xanî, Keleya Urartuyan, Muzeya Ehmedê Xanî û Mizgefta Kevn a Bazîdê dibînin.
Qesra ku her wiha bi neqşên li ser dîwarên xwe balê dikişîne, bi minasebeta tetîla Eyda Qurbanê gelekî qelebax bûye.
Hakan Ozturkê ji ziyaretvanan ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku mîmariya berhema dîrokî pir bandorker e.
Ozturk bal kişand ku li mekanê dîrokî liv û lebata ziyaretvanan pir zêde ye û wiha dewam kir, "Ez Îdirî me, li Antalya û Stenbolê dijîm. Ev der cihekî qedîm û dîrokî ye ku herkes dikare were û bibîne. Mîmarî û awayê wê yê bi îhtişam dîmeneke newaze radixe ber mirov. Me bi gera di nav wê da pir kêf sitand."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.