Qefleyên çiyageran piştî rêwîtiyeke bizehmet a 3 rojî hildikişin Çiyayê Agiriyê

Ağrı
Çiyayê Agiriyê ku çiyayê herî bilind ê Tirkiyeyê ye, di mehên havînê da bi saya berf, qeşa û hewaya xwe ya sar mazûvaniya çiyaregên ku ji çar aliyên welêt tên dike.
Çiyayê Agiriyê yê li Bazîda navçeya Agiriyê bi bilindahiya 5 hezar û 137 mêtroyan û lûtkeya xwe ya ku her demsal berf û qeşa lê kêm nabe va herî zêde havînê ji bo çiyagerên ji gelek welat û bajaran tên, dibe ciyê gerê.
Çiyagerên ku bi komî digihêjin Bazîdê, digel rêberên herêmî bi minîbusan diçin mezrayên Çevirme û Elleyê ku ev der ji bo hîlkişîna çiyê cihê destpêkê ye.
Li vir kel û pelên çiyageran li hespan tên barkirin û ew piştî rêwîtiyeke bizehmet digihêjin cihê kampê ya li 3 hezar û 200 mêtro bilindahiyê ye.
Çiyager li vir şeva xwe derbas dikin û roja duduyan dîsa piştî rêwîtiyeke dirêj digihêjin cihê kampê ya ku li 4 hezar û 200 mêtro bilindahiyê ye.
Çiyager li vir zikê xwe têr dikin, bêhna xwe vedidin û bi şev kinc û solên zivistanê li xwe dikin û di wê hewaya sar da xwe digihînin qada 5 hezar mêtroyî.
Ji ber ku ew digihêjin lûtkeyê kramponan dixin bin botên xwe, li ser berfê dimeşin, wêne û dîmenên xwe yên kêfxweşiyê ya gihîştina lûtkeyê dikşînin.
Ekîba Ajansa Anadoluyê jî ev rêwîtiya çiyageran a 3 rojan dewam dike şopand û qeyd kir.
Çiyagera jin Hîkmet Sonmeza ku ji Edeneyê hatiye ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew berê jî hilkişiyaye Çiyayê Agiriyê, lê ji ber bilindahiyê heta lûtkeyê neçûye û vegeriyaye.
Rêber Barzanî Ceylan jî got ew alîkariya çiyageran dikin û hilkişin çiyê û wiha axivî: "Ji salên 2000î û vir va ez vî karî dikim. Ji bo ku çiyager lê bimînin di 3 hezar û 200 mêtro bilindahiyê û 4 hezar û 200 mêtro bilindahiyê da 2 kampên me hene. Ji bo ku hilkîşîna çiyageran hêsantir bibe, em her sal cihên ji hev xweştir çêdikin. Em ji hêla lojîstîkê, cihê mayînê, xwarin, vexwarin û melzemeyên çiyageriyê va piştgiriyê didin çiyageran."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.