Qazên Qersê ji bo sifreyên zivistanê tên xwedîkirin
Kars
Li Qersê qazên ku wê zivistanê werin şerjêkirin, di nav gîha û nebatên endemîk da tên xwedîkirin.
Goştê qazan di nav tehmên herêmî yên sereke da ye û deriyê debara gelek malbatan e. Qaz heta demsala zivistanê li mêrg û çîmenan diçêrin.
Kesên ku qazan xwedî dikin, havînê heta zivistanê xwe didin ber qazan û miqat dibin.
Ji aliyê xwedîkirina qazan va Qers li Tirkiyeyê bajarê yekemîn e. Qaz biharê ser hêkan rûdinên û cûcikan derdixin û xwediyên wan heta ku berf bibare qazan li mêrg û çîmenan diçêrînin.
Malbatên ku debara wan ji xwedîkirina qazan tê, ji bo ku heywanên dirinde zirarê nedin qazên wan, li mêrg û mexelan qazvaniyê dikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.