Jiyan

Qadên avî yên li quntara Çiyayê Agiriyê ji bo turîzmê tên amadekirin

Bülent Mavzer  | 05.08.2025 - Rojanekırın : 06.08.2025
Qadên avî yên li quntara Çiyayê Agiriyê ji bo turîzmê tên amadekirin

Iğdır

Qadên avî yên li quntara Çiyayê Agiriyê yên ku dikevin navbera navçeyên Aralik û Karakoyunluya Îdirê ji bo turîzma çavdêriya çûkan bên bikaranîn, tên amadekirin.

Ev herêma ku wek Qada Avî ya Aralikê ya Deşta Îdirê tê zanîn seranserê salê heywanên kovî, teyr û çûkên cinsbicins dihewîne.

Çavkaniya qadên avî ava berf û qeşaya li herêma Çiyayê Agiriyê ye.

Ev der bi siruşt û curbicurbûna hêşînahî û nebatên xwe va di her demsalê da mazûvaniya heywanên cuda dike.

Xebatên tên kirin nîşan didin ku herêm ji hêla cisnên çûkan va gelekî dewlemend e.

Ji bo ku ev der ji bo turîzma çavdêriya çûkan bê bikaranîn, li vir cihên çavdêriya çûkan û qule tên çêkirin.

Waliyê Îdirê Ercan Turanê ku li qadên avî lêkolînan kir got li nêzîkî Îslamkoyê çêkirina îstegeheke çavdêriyê temam bû.

Turan daxuyand ku quleyên nû wê li cihên cuda jî bên çêkirin û wiha axivî: "Ev herêm ji bo turîzma tematîk xwedî potansiyeleke mezin e. Ew ê ji bo hezkiriyên siruştê û çavdêrên çûkan bibe cihekî balkêş. Em bawer dikin ku ev herêm wê ji bo turîzma ekolojîk bibe navendeke girîng."

Piştî ku xebat temam bibin, tê texmînkirin ku turîstên herêmî û biyanî wê eleqeyeke zêde nîşanî vê derê bidin û li gundên derûdorê jî aborî wê pêşva here.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.