SAKARYA
Di çarçovaya projeya Wezareta Ciwanî û Werzişê de ji herêmên Rojhilat û Başûrojhilata Anadoluyê 28 xwendekar, bi hîndekariya rahênerên çînî hînî wushuyê dibin.
Endamê Federasyona Wushuyê û berpirsyarê kampê Omer Ersan, ji nûçegihjanê AAyê re daxuyand ku ji bo jiyaneke bisihet perwerdeya wushuyê didine xwendekarên ku ji herêmên Rojhilat û Başûrojhilata Anadoluyê hatine.
Ersan, diyar kir ku wezaret piştevaniyê dide wan, perwerde xweş derbas dibe û wiha axivî: "Di perwerdeya wushuyê de behsa jiyana dirûst, disiplîna rih û bedenê û pêşketina şexsî jî tê kirin. 28 xwendekarên me vê perwerdeyê dibînin. Ji bo wan me, ji Zanîngeha Paytextê ya Pekînê endamên hîndekariyê anîn. Ev mamoste, hînî xwendekarin dikin ku wushuyê hîn bibin û wê bikin felsefeya jiyana xwe. Beşdarbûna xwendekaran gelekî baş e, bi kêfxweşî wushuyê dikin."