Piştî ku êdî serma çêbû li Qersê hirç û rovî daketin navenda navçeyê

Kars
Piştî ku êdî serma çêbû li Qersê hirç û rovî daketin navenda navçeya Sariqamîşê.
Li navçeyê bi taybetî bi şev hirç û rovî dadikevin nava malan.
Hirçên ku dadikevin navenda navçeyê li taxên Înonu û Tepeyê di nava konteyneran da li xwarin û xurekê digerin.
Omer Ayanê li taxa Tepeyê rûdine diyar kir ku bi sarbûna hewayê ra heywanên kovî zêde bûne û wiha got, "Hirçên gewr yên ku tên herêmê konteynerên çopê dişkînin û hewl didin xwarinê bixwin. Rovî jî bi vê çopê dixwin. Em xwarinê didin roviyan."