Piştgiriya dewlet ji bo keriyê pez dide li Wanê berê koçê zivirand
Li bajarê Wanê yê ku mêrg û zozanên wê ji bo xwedîkirina pez û dewar têr û tijî ne bi piştgiriya dewlet dide va vegerên ber bi gom û gundan va zêdetir bûn.
Van
Bajarê Wanê yê ku di qada xwedîkirina pez da di rêza ewil da cî digire bi armanca zêdekirina pez Wezareta Xezîne û Darayiyê û Wezareta Çandinî û Daristanê û hevkariya Bankeya Ziraetê va "Projeya Ji bo Vegerim Gundê Xwe Gelek Sedemên Min Hene" tê meşandin û him serlêdana projeyê û him jî piştgiriya tê dayîn dewam dike.
Cotkarên dixwazin ji vê projeyê îstifade bikin û mêşinên herêmî xwedî bikin û bikaribin vegerin ser ax û malên xwe dikarin ji bo 100 hezar lireyî û yan jî 50 hezar lireyî serî li Bankeya Ziraetê bixin û krediyê hildin.
Cotkarên serî li Midûriyetên Çandinî û Daristanê yên Bajar û Navçeyan dixin bi pereyê hildidin va pez dikirin û vedigerin gom û gundên xwe yên berê jê koç kiribûn.
Li Ercîşa navçeya Wanê ji kesên serî li projeyê dabûn 4 hezar û 500 mêşin li 45 kesan hat belavkirin û bi vî awayî 20 malbat vegeriyan gundên xwe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.