Li Gazîantepê Hasan Huseyîn Kaçarê kor û Pinar Keleşa kor ku di heman demê de atletên neteweyî ne nikaha xwe kirin û êdî di amadehiyên ji bo turnuvayên nû de jî piştgiriyê didin hev. Jin û mêrê nebîna dixwazin di "2016 Olîmpiyatên Rîoyê" de bi ser kevin û alaya Tirkiyeyê di dîreka alayê de bidin dalqandin.
Herdu atlet jî li heman seheyê amadehiyên xwe didomînin û di Pêşbaziyên Dinyayê ya Koran de ku li Koreya Başûr hatibû lidarxistin de di hin kategoriyên de madalya qezenc kiribûn û niha jî armanca wan ew e ku di "2016 Olîmpiyatên Rîoyê" de bi ser kevin.
Keleşa 25 salî ya destgirtiya Kaçar e daxuyanî da nûçegihanê AAyê diyar kir ku di dema lîseyê de bû bi atletîzmê re eleqedar bû û wiha dewam kir: "Bi amatorî min dewam kir û piştî ku min û Huseyîn û xoceyê xwe nas kir êdî bi profesyonelî xebitîm. Xocê me him min re û him jî bi Huseyîn re dixebitî."
Keleşê destnîşan kir ku ji bo di olîmpiyatan de bi ser bikeve hin qesawetên wê hene û xwestiyê wê di vê mijarê de alîkariyê didê.
Kaçarê 27 salî yê ku şampiyon e jî diyar kir ku di 7 saliya xwe de malbata wî koçî Gazîantepê kir û di dema dibistana seretayî de xweş baz dida û di lîseyê de jî dest bi atletîzmê kir û wiha pê de çû: "Herî ku wext di ser de derbas bû ez jî pê re gihîştim, emilîm û di turnuvayên taybet de bi ser ketim. Di Şampiyoniya Dinyayê ya sala 2013an de bûm 3yemîn, par jî li bûm duyemînê Ewropayê û vê mehê jî li Koreya Başûr di Pêşbaziyên Dinyayê ya Koran de jî min 2 madalyayên zîv û yeka zêr qezenc kir."
Dergistiyên nebîna dixwazin ku di "2016 Olîmpiyatên Rîoyê" de bi ser kevin û alaya Tirkiyeyê di dîreka alayê de bikin.