Li Amasyayê otobêsa rêwiyan qelibî şerampolê û li gor agahiyên ewil di qezayê da 40 kes birîndar bûn.
Otobêsa Şaredariya Turhalê ya bi plaqeya 60 TV 277ê ku ji bo gerê komekê ji Turhal û Zîleyê dianî Amasyayê, li texma Serçobanê xera bû. Li ser vê otobêsa di tûrê da ya bi plaqeya 34 ET 3913yê ku Taner Dalar dajot li cem otobêsa xerabûyî park kir. Otobêsa bi plaqeya 34 ET 3913yê ji ber sedemeke nediyar hereket kir û qelibî şerampolê nêzî 100 mêtroyî. Li gor agahiyên ewil di qezayê da 40 kes birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sabuncuoglu Şerafeddîn ya Zanîngeha Amasyayê.