Jiyan

Piştî ku ji karê "ser maseyê" aciz bû derket tûra dinyayê

Alyssa Dunnê Awistralyayî ji ber ku ji karê "ser maseyê" aciz bû, bû endamê bernameya guhertina çandî û bi saya bernameyê 12 hezar kîlomêtre rê hat, gihîşt Agiriyê û him firsenda xebatê dît him jî cihên dîrokî û tûrîstîk geriya

İbrahim Atmaca  | 09.09.2019 - Rojanekırın : 12.09.2019
Piştî ku ji karê "ser maseyê" aciz bû derket tûra dinyayê

Ağrı

Alyssa Dunnê Awistralyayî ji ber ku ji karê "ser maseyê" aciz bû, bû endamê bernameya guhertina çandî û bi saya bernameyê 12 hezar kîlomêtre rê hat, gihîşt Agiriyê û him firsenda xebatê dît him jî cihên dîrokî û tûrîstîk geriya.

Dunn li Awistralyaya Nîvkureya Başûr, li bajaroka Stanthorpeyê ya ser bajarê Quennslandê karê muhasebeyê dikir, lê ji ber ku ji karê ser maseyê aciz bû, biryar da ku li welatên cuda yên dinyayê bigere.

Dunn hesabê xwe kir û li ser înternetê bû endamê bernameyeke guhertina çandî ya navneteweyî.

Dunn bi vê bernameyê hat Bazîda navçeya Agiriyê.

Dunn li vê derê di Çewlika Hilberîna Şîr a Eydin-Cevanê da dest bi kar kir. Ev çewlik wek xwediyê malê endamê bernameyê ye û di sala 2015an da bi teşwîqa dewletê hatiye avakirin.

Dunn li çewlikê dewaran xayî dike, alifê wan didê û li baxçe dinhêre. Cihê mayînê û xwarina wî jî xwediyê çewlikê didinê.

Dunn piştî mesaiya kar û rojên xwe yên destûrê da li navçeyê cihên dîrokî û siruştî digere û bû heyranê Çiyayê Agiriyê, Qesra Îshaq Paşa û muzeya bajêr.

Dunn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew piştî ku ji xebata ofîsê aciz bû, wî biryar da ku çandên cuda yên dinyayê bigere.

Dunn wiha axivî: "Min xwest ku ez jiyana xwe ya monoton biguherînim û min biryar da ku li dinyayê çandên cuda nas bikim. Ez ji bajarokeke piçûk a Awistralyayê rabûm û hatim vir."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın