Jiyan

Piştî ku berf heliya erdên li Deşta Mûşê li ber avê man

İbrahim Yaldız, Sabri Yıldırım  | 14.02.2026 - Rojanekırın : 14.02.2026
Piştî ku berf heliya erdên li Deşta Mûşê li ber avê man İbrahim Yaldız

Muş

 Piştî ku berf heliya û baran barî erdên li Deşta Mûşê li ber avê man.

Li gundên Silûg (Muratgoren û Sosnûta (Lalelî) navendê piştî ku berf heliya û baran barî erdên li Deşta Mûşê li ber avê man.

Li ser îxbarê tîmên Rêveberiya Taybet ya Mûşê çûn herêmê û dest bi xebatê kirin.

Mixtarê Sosnûtê Ramazan Gunduz, di daxuyaniya xwe da got ku ava çemê ku di gund ra derbas dibe ji ber helandina berfê û barana zêde rabûye.

Gunduz diyar kir ku xaniyek, tewleyek û pênc depoyên gihayê di bin avê da man û pûta heywanan jî zirar dîtiye.

Mixtarê Silûgê Nasir Arslan jî got, "Barana zêde barî. Ji ber ku berf jî heliya, kanalîzasyon xitimîn. Taxek ji taxên me di bin avê da ma. Me agahî da tîmên Rêveberiya Taybet ya Mûşê. Ew tavilê hatin û midaxele kirin. Rê li ber avê vekirin."

Ji gundê Tixsmêrê (Azikli) Îrfan Kizilarslan got, "Beşeke ji Deşta Mûşê di bin avê da ye. Her der mîna deryayê ye. Hem Deşta Mûşê û hem jî çêregeh di bin avê da ne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın