Jiyan

Pişîkên Wanê li odeyên ku têda klîma û hewz hene tên parastin

Yılmaz Kazandioğlu  | 07.08.2025 - Rojanekırın : 09.08.2025
Pişîkên Wanê li odeyên ku têda klîma û hewz hene tên parastin

Van

 Pişîkên Wanê yên li Navenda Lêkolîn û Sepandinê ya Pişîkên Wanê ya Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê di bin parastinê da li vir baş tên xwedîkirin.

Pişîkên Wanê bi pirça xwe ya spî û rengên çavên xwe yên cuda va li bajêr di nava nirxên herî girîng da ne.

Ji bo parastin û lihevzêdekirina cisnê van pişîkan xebat dewam dikin.

Pişîkên Wanê li "Vîlaya Pişîkan" a ku di nav YYUya Wanê da hatiye avakirin bi baldarî tên parastin û ji hêla bi hezaran geştiyarên herêmî û navneteweyî yên ku serdana bajêr dikin va tên ziyaretkirin.

Ew havînê di odeyên bi klîma da ji germê tên parastin û carna jî dikevin hewzên taybet ku hênik bibin.

Midûrê Navendê Prof. Dr. Abdullah Kaya ji nûçegihanê AAyê ra got 8ê Tebaxê her sal wek Roja Pişîkan a Navneteweyî tê pîrozkirin.

Kaya diyar kir armanc ew e ku balê bikişînin ser pirsgirêkên ku pişîk pêrgî wan tên û wiha got: "Jiyan bi rastî jî di vê germê da zehmet e. Li vir hewzên me hene. Heywan her dema ku bixwazin xwe hênik bikin dikarin bikevin van hewzan. Ji hêla rehetiyê va tu kêmasiya wan tune."

Gulşen Anadola ku ji Stenbolê hatiye jî got li Wanê pişîkan bala wan kişandiye û wiha dewam kir: "Ev der pir xweş e. Zarokên min pir kêfxweş bûn ku zikê pişîkan têr kirin. Em bi hatina vê derê pir kêfxweş in. Pişîkên Wanê pir aram û merivhez in."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın