Peykerê Cinawirê Gola Wanê ku ji hesinên xurde hat çêkirin bi 350 hezar lîreyî hat firotin

Van
Peykertraşê Îranî Elî Mûtîî yê ku li Wanê dijî, ji 600 kîlogram hesinên xurde peykerê Cinawirê Gola Wanê çêkir û peyker bi 350 hezar lîreyî hat firotin.
Peykertraş Mûtîiyê 56 salî ku ji sala 2016an va li Wanê dijî, li atêlyeya xwe ya biçûk a li Sîteya Xeratan a li navçeya Tuşbayê, hunera xwe ya peykertraşiyê didomîne.
Mûtîiyê ku bi piştevaniya xwe ya ji bo Projeya Sifir Bermayikê tê nasîn, 600 kîlogram perçeyên hesinan ku ji xurdekaran da hev, peykerê Cinawirê Gola Wanê çêkir.
Peykerê sîmbolîk yê ku ji birxok, ciwate, qetên motora, hesinên înşaetan û bizmaran çêkir, bi qasî 5 metroyan dirêj û 2 metroyan bilind e.
Peykerê navborî ku bi 350 hezar lîreyî hat firotin, li pêşberî Keleha Wanê li pêşiya kargehekê ku xwarinên herêmî tê da tên çêkirin, tê nimayişkirin û ji geştiyarên navxweyî û biyanî eleqeyeke mezin dibîne.
Geştiyarên ku tên li cihên dîrokî digerin, tên wê kargeha navborî û li ber peykerên ku dişibînin dînozorekî, fotografan digirin û li ser hesabên medyaya civakî parve dikin.
Peykertaş Mûtîî ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku ji zaroktiya xwe va bi hunerê peykertraşiyê va mijûl e.
Mûtîî destnîşan kir ku ji hesinên xurde peyker çêkiriye û got, "Li Wanê min nêzîka 150 perçe peyker çêkirin. Yek ji wan jî Cinawirê Gola Wanê ye. Min xwest destaneke vêderê veguhêzînim peykerekî hunerî. Min ji perçeyên kevin 600 kîlogram hesin kom kir. Ez 3 mehan li ser xebit3im û min qedand. Min rojekê li peravê Gola Wanê nimayişa wê kir. Eleqeyeke mezin dît. Xwestin bikirin. Min jî firot. Nuha li pêşiya xwringehekê tê nimayişkirin. Xelk pê ra fotografan digirin û parve dikin."
Hamza Kurtê ku peyker kiriye û daniye pêşiya kargeha xwe anî ziman ku Cinawirê Gola Wanê bûye sîmbola bajêr.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.