Peravên Gola Çildirê yên cemed girtibûn bi tesîra pêlan heliya
Ardahan
Peravên Gola Çildirê yên ku li sînorê Erdexan-Qersê cî digire û cemed girtibû ji ber pêlên ku ba radike heliya.
Li bajêr piştî nîvro berf hat û bayê gur rabû.
Pêlên ku ji ber bayê rabûn li aliyê Erdexanê yê golê zêdetir bûn.
Herikîna pêlên zêde bû sedem ku cemedên li peravan çêbibên bihelin.
Ji welatiyan Can Uzunkaya daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bayê gur heye û got ku "Demek berê niha ji ber sir û seqemê hin peravên golê cemed girtibûn. Îro ji ber pêlan û bayê gur heliya."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
