Jiyan

Penîrê kevneqeşar ê ku li Mûşê tê hilberandin ber bi çar aliyê welêt va tê şandin

Sabri Yıldırım  | 25.06.2025 - Rojanekırın : 27.06.2025
Penîrê kevneqeşar ê ku li Mûşê tê hilberandin ber bi çar aliyê welêt va tê şandin

Muş

 Li Mûşê Penîrê kevneqeşar ê ku li tesîsa 5 birayan ava kiribû tê hilberandin ber bi çar aliyê welêt va tê şandin.

Penîrê kevneqeşarê ku bi piştevaniya Rêveberiya Çandinî û Daristanê ya Parêzgehê û Ajansa Geşepêdanê ya Anadoluya Rojhilat belgeya nîşana coxrafî sitand, eleqeyeke mezin dibîne.

Tesîsa ku ji aliyê 5 birayan va hatiye avakirin, salane 160 ton penîrê kevneqeşar hildiberîne û ji Stenbol, Îzmîr, Bûrsa, Adana, Enqere û Mersîn di serî da, ji bo gelek bajaran tê şandin.

Rêveberê Çandinî û Daristanê ya Parêzgehê Necattîn Goç ji rojnamevanan ra anî ziman ku Mûşa ku di warê çandinî û ajeldariyê da xwedî potansiyeleke berbiçav e, bi erd, çêre, çiya, zozan, fire cureyiya giya û çavkaniyên avê ji bo hilberînê gelekî giring e.

Goç destnîşan kir ku di salên dawîn da rêjeya hilberîna giyayî û erdên çandiniyê zêde bûye û wiha pê da çû:

"Bi temambûna projeyên avdaniyê, cih û giringiya parêzgeha me ewê li ser asta çandiniya welêt derkeve asteke berbiçav. Li parêzgeha me ya ku di warê ajeldariyê da xwedî potansiyeleke baş e, nêzîka 242 hezar dewar, milyonek û 160 hezar pez heye. Di warê populasyona sewêl da li ser asta herêmê û welat em navendeke giring in. Ji ber vê jî hilberîna berhemên ajelî zêde ye."

Goç anî ziman ku li gorî daneyên TUÎKê yên sala 2024an, li parêzgehê 400 hezar ton şîr hatiye hilberandin, nêzîka 1600 ton ji şîrê ku li Mûşê tê hilberandin di çêkirina penîrê kevneqeşar da tê bikaranîn.

Mûşê sala 2020an ji bo sitandina nîşaneya coxrafî ya penîrê kevneqeşar serîlêdana Saziya Patent û Markayê ya Tirkî kir û got, "Me sala 2023yan belgeya xwe sitand. Ev berhema me hat tescîlkirin. Rabirdûya vî berhemê me jî vedigere salên 1955an. Ji bo aboriyê bajarê me gelekî baş e. Li gorî daneyên sala 2024an nêzîkî 50 milyon lîreyî piştevaniya aborî li parêzgehê zêde kir."

Ercan Rençberê ku ku 62 sal e digel birayên xwe penîrê kevneqeşar hildiberîne destnîşan kir ku şîrê ku ji zozanên navdar ên bajêr tê, ew di nava mercên hijyenîk da dimeyinîn û dikin penîrê qeşar.

Rençber tekezî kir ew li tesîsê rojane tonek penîrê kevneqeşar hildiberînin û piştî ku wî penîrê 6 mehan disekinînin di serî da bajarên mezin, dişînin her çar aliyên welêt.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın