17 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2016
ARDAHAN
Penêrê qaşar ê Goleyê yê ku li Erdexanê çêdibe bi tehm û qalîteya xwe ve navdar e.
Li navçeya Goleyê ev qasî 100 salan e ku penêrê qaşar bi şîrê xav ve tê çêkirin.
Şîrê xav di 40 pile germahiyê de tê haveynkirin, ava wê tê rêtin û paşê di stîlê de nava ava germ de tê sitêrandin.
Penêrê ku di nav ava ku germahiya wê 80 pileye de tên xaşandin dema ku wek hevîr dibin tên derxistin.
Ev penêr wek hevîr li ser dezgeh tê sitêrandin û rengê wê zer dibe. Paşê penêr dixin qaliban û dixin sarincan.
Bi salane li Goleyê di cihên biçûk de ev penêrê qaşar tê çêkirin û li bajarên din tê firotin.
Rojê 200 ton şîr li navçeyê tê xerckirin. Ev şîr salê dike tonek qaşar û ev penêr di serî de Stenbol li çar aliyê welat tê firotin. Kîloya qaşarê Goleyê di navbera 19 û 22 lîreyan de tê firotin.
Alîkarê Midûrê Wilayetê yê Xurek, Çandinî û Heywandariyê yê Erdexanê Turgay Şîmşek ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku qaşarê Goleyê li gor yên bajarên din pir cuda ye û wiha devam kir: "Ev qaşar bi tenê li vê herêmê tê çêkirin. Lewra li vir gubre û derman di merayan de nayê xebitandin. Bi tevahî xwezayî ye û ji ber vê jî him bitahm e û him jî tenduristî ye."