Jiyan

Penêrê li Mûşê çêdikin ji çar aliyê Tirkiyeyê ra dişînin

Birayên Mûşî di saziya ji bav û kalan maye da penêrê qeşar çêdikin û ji çar aliyê Tirkiyeyê ra dişînin.

Sabri Yıldırım  | 07.04.2021 - Rojanekırın : 14.04.2021
Penêrê li Mûşê çêdikin ji çar aliyê Tirkiyeyê ra dişînin ( Sabri Yıldırım - Anadolu Ajansı )

Muş

 Saziya (kompanya) ku li Mûşê di sala 1958an da ji bo penêr çêkirinê hatibû damezrandin û li ser piya ye ji çar aliyê Tirkiyeyê ra penêrê qeşar dişîne.

Ercan Rençber tevlî xwîşk û birayên xwe di saziya ku 63 sal berê kalê wan ava kiriye da dixebitin û karê ji wan mîrat maye didomînin. Ew salê 300 ton penêr çêdikin û bi çar aliyê welêt va dişînin.

Rençber daxuyanî da rojnamegeran û got ku ev kar ji kalê wan bo bavê wan maye û wan jî ji bavê xwe ev kar hîn bûne û wiha domand: "Li bajêr cihê ku penêrê qaşar ê berê çêdike bi tenê em in. Em şîrê pê penêr çêdikin ji kesên koçer û gundiyan dikirin. Ji xeynî şîr, havêyn û xwê tiştekî din tev nakin. Em rojê li vê tesîsê bi qasî 5-6 ton penêr çêdikin û di rojên pêş me da wê ev bibe qasî 25-30 ton. Em dixwazin îsal bi qasî 300 ton penêr çêkin û bi kêrî aboriya bajêr bên. Em dixwazin seranserê salê bikaribin li tesîsa xwe penêr çêbikin."

Di berdewamiya axaftina xwe da Rençber destnîşan kir ku ew penêrê çêdikin didin dikanên nav bajêr û ji çar aliyê welêt ra jî dişînin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.