24 Hezîran 2025•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2025
Li Başkaleya (Elbak) navçeya Wanê travertenên ku dişibin travertenên Pamukkaleyê, bala turîstên xwecî û biyanî dikişînin. Traverten 150 kîlomêtre dûrî navenda bajêr, li taxa Dereîçiyê ne. Bi şiverêyan va meriv di nava nîv saetan da digihîje travertenan. Ziyaretvanên ku tên herêmê, travertanan ziyaret dikin.