Haydar Şahin
01 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2020
Mehmet Kuşmanê 80 salî yê 58 sal e nobedariya Kelha Çawîştepeyê ya li Gurpinara navçeya Wanê dike biryar da ku dev ji wezîfeya xwe ya bi dilxweşî dike berde. Li dinyayê kêm kes zimanê Uratuyan dizenin û ji wan yek jî Kuşman e.
Kuşmanê li kelha 10 kîlomêtre li dûrî Gurpinarê nobedariyê dike ji 50 salî zêdetir e kelhê wekî mala xwe ya duduyan dibîne, diparêze. Kuşman bi îmkanên xwe xwendin û nivîsanidna zimanê Urartuyan jî hîn bû.
Kuşman ji akademisyenên li kelhê xebatên vekolanê dikirin agahî sitan, xwe pêş xist. "Nobedarê sadiq ê Urartuyan" di vê demê da bi fermana Wezareta Çand û Turîzmê va 5 caran çû Amerîka, Almanya, Belçika û Holandayê.
Kuşman di gelek sempozyuman da ji beşdaran ra qala alfebeya Urartuyan kir, li ser amûran bi alfebeya Urartuyan nivîs nivîsî firot turîstan û tevkarî da danasîna herêmê.
Kuşman piştî demeke dirêj biryar da ku dev ji wezîfeya nobedariyê berde.
- "Bi destpêkirina wezîfeyê jiyana min guherî"
Kuşman daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di sala 1962yan da ji eskeriyê vegeriya wekî karker di ekîba vekolanê ya li Kelha Çawîştepeyê da dest bi wezîfeyê kir û jiyana wî guherî.
Kuşman got di vekolanên li kelhê da kîtabe hatin dîtin lêbelê wê çaxê kesî alfabeya Urartuyan nizanibû ji ber vê nizanibûn ku çi hatiye nivîsandin, wî jî hewl da ku alfabeya Urartuyan hîn bibe.
Kuşman got ji bo ku alfabeyê hîn bibe çû cem profesor, arkeolog û hîndekaran, ji ber ku kêm kesan ev zimana dizanibû çû Îran û Ermenistanê jî û wiha pê da çû:
"Min li ser daneyên alfabeya Urartuyan hem li nav hem jî li dervayê welêt lêkolîn kirin û di 3 salan da hîn bûm. Wê çaxê haya rojnamevanan pê ketibû. Xebera min nivîsandibûn. Paşê Wezareta Çand û Turîzmê nivîs ji Walîtiya Wanê ra şandibû ku herim sempozyuma li Enqereyê. Min alfabeya bi xwe ra jî bir wê derê û rayê mamosteyan da. Hem şaş û metel man hem jî gelekî ecibandin. Dema vegeriyam Wanê jî li ser ziman xebitîm. Min ji her pirtûkê parçeyek hilda û di 22 salan da 650 peyvî hîn bûm. Ez bavê 11 zarokan im Mehaneya nobedariyê têrê nedikir. Min got ez bi alfabeya Uratuyan li ser keviran tiştan binivîsim û bifroşim. Min berê bi tenê xêz dikir lêbelê başê nivîsand jî. Min bi qezenca xwe zarên xwe dan xwendin. Ji ber Kovîd-19ê min gelek tengasî kişandin. Min biryar da ku dev ji vî karî berdim."
- "Kurê min jî hînî zimanê Urartuyan bû"
Kuşman got ji Urartuyan gelek tişt hîn bû û bi saya vê jî zarên xwe mezin kir û da xwendin.
Kuşman got, "Di dema wezîfeyê da ez ber destê sibê çûm kar û tarî ket erdê vegeriyam malê" û wiha pê da çû:
"Kurê min jî hînî zimanê Urartuyan bû. Nika li Saziya Ewlekariya Civakî wekî alîkarê midûr dixebite. Hêviya min ew e. Gelê Urartuyan gelekî jîrek bûye, ji ber vê ji wan hez dikim. Min karê wan dît, bêhempa ye. Di şertê îro da jî çêkirina wan gelekî zor e. Ez maşûqê wan im. Ez ji karê wan jî hez dikim. 58 sal e li Kelha Çawîştepeyê dixebitim. Ji roja destpêkê vir va min dev ji zevî û baxçeyê xwe berda û mêla xwe da ser vî karî. Ez bûm muptelayê vê derê û min hetanî îro ev anî."