Newala Mesîroyê bi hewaya xwe ya hênik û paqij eleqeya siruşthezan dikişîne

Van
Li Wanê Newala Mesîroyê bi hewaya xwe ya hênik û paqij eleqeya siruşthezan dikişîne.
Newala bi qasî 12 kîlometroyan ya di sêgoşeya Çataxa navçeya Wanê, Perwariya navçeya Sêrtê û Bêtşebaba navçeya Şirnexê da, bi siruşta xwe ya kesk, ava xwe ya zelal û hewaya xwe ya hênik û paqij balê dikişîne.
Mêvanên xwemalî û biyanî yên dixwazin herin newala ku bi qasî 125 kîlometroyan dûrî Wanê ye, heta cihê ku bi wesayitan dikarin herin diçin, pişt ra bi pêyan dewam dikin.
Mêvan di nava darên kesk û floraya dewlemend ra derbas dibin û digihêjin newalê û demeke xweş lê derbas dikin.
Newala ku dikeve quntara Çiyayê Katoyê, bi teht û latan dorpêçkirî ye û xwedî avên zelal e.
Serokê Klûba Werzişên Siruştî ya Vadiyê Omer Demez ji nûçegihanê AAyê ra got ku wan bi 38 siruşthezan ra serdana newalê kirine.
Demez destnîşan kir ku ew di mehên havînê da ji ber bedewiya siruştî û hewaya sar gelek caran tên newalê.
Canan Akmana ku cara yekem serdana newalê dike jî got, "Av paqij û xweş e. Em ji hewaya germ reviyan û hatin siruştê. Siruşta vêderê, şînahiya wê û hewaya wê balkêş e. Ji ber hewaya germ, me demildest xwe berda nava avê. Ez dixwazim her kes were vir."
Nurdan Şarmana ku li newalê geriya "Em serdana hemû bedewiyên siruştî, qadên seyranê û deverên dîrokî yên li Wan û derdora wê dikin. Îro, em hatin newalê. Av ne germ e û ne jî sar e. Me bi avjeniyê xwe hênik kir. Me demek xweş li newalê derbas kir."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.