
Van
Li Ozalpa navçeya Wanê barîna berfê dewam dike û li navendê stûriya berfê gihîşt mêtreyekê.
Ekîbên Şaredariya Ozalpê û yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo paqijkirina kuçe û kolanan xebatên xwe didomînin û esnafên li herêmê jî der û dora dikanên xwe vekirin.
Li navçeya di nav berfê da maye rayedaran hişyarî dan ku bila şofêr ji ber mij û cemedê baldar bin.
Ji esnafan Emîn Akkoprulu diyar kir ku li navçeyê barîna berfê dewam dike û wiha domand: "Ozalp di nav berfê da ma. Par ji ber ku berf nebarî hişkayî zêde bû. Serê sibehê em rabûn mêtreyek berf bariye. Em jî gelek şa bûn. Em ê piçek zehmetî bikişînin lê xêr û bereketa berfê wê havînê derkeve pêşiya me."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.