26 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2017
MALATYA
Li Arapgîra navçeya Meletyeyê 13 cureyên tiriyan çêdibe. Cotkarên Arapgîrê tiriyên xwe ter mihafeze dikin û di mahzenên ku rexê xaniyên xwe çêkirine de vedişêrin.

Ji cotkaran Mustafa Kaya daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got di mehên zivistanê de ew bê teknolojî tiriyê ter mihafeze dikin. Kaya got ev kar ji bapîrê wî maye û wiha axivî:
"Ez di salekê de hezar û 500 kîlogram tiriyê ter di mahzenan de diveşêrim. Tiriyê me bi vî awayî hem teze dimîne hem jî xirab nabe. Heta meha nîsanê tiriyê me dimîne. Em ji bo mahzenê dibêjin "depoya reş." Me tiriyê xwe berê dişande Elezîz, Enqere, Qeyserî û Erziromê. Niha jî em dişînine Stenbolê. Em kîloya wê 3 lireyî diforişin."

Ji cotkaran Mehmet Topal jî got ku li Arapgîrê ji cureyên tirî herî zêde kohnu, aşik beyazi, amasya û tanebî çêdibe. Topal got ku ji bilî van 13 cureyên tirî yên din jî hene lê herî zêde ev tên nasîn.