Yaşar Kuçukerê 75 salî yê ku li Yalvaça navçeya Îspartayê dijî ji bo ku kaşke neyên jibîrkirin mînyaturên kaşkeyên hespan çêdike.
Yaşar Kuçuker li Tirkiyeyê ji çend merivên ku kaşkeyan çêdikin yek e. Di jiyana modern de êdî hindik kes kaşkeyan bi kar tînin lê belê Kuçuker ji bo kaşke neyên jibîrkirin mînyaturên wan çêdike ku welatî wek xelat an jî hacetên dekoratîf bi kar bînin.
Hostayê kaşkeyan Kuçuker daxuyanî da nûçegihanê AAyê û eşkere kir ku di 15 saliya xwe de li Akşehîrê wek çirax des bi wî karî kiriye. Kuçuker destnîşan kir ku heta 15 salan berê kaşkeyên mezin çêdikir û temîrata wan dikir, lê belê hingî ku erebeyên bimotor derketin êdî kesek kaşkeyan naxebitîne.
Yaşar Kuçuker diyar kir ku ji bo ku debara xwe bike û zenaetê xwe biparêzê kaşkeyên mînyatur çêdike û difroşe otêl û malan û wiha got:
"45-50 sal berê li van deran texsî tunebûn. Bi kaşkeyan ve leşker û bûk dihanîn. Ez wî karî didomînim. Niha dewra kaşkeyan qediya û her kes erebeyên bimotor dixebitîne. Ji bo vê min jî dest bi çêkirina kaşkeyên mînyatur kir. Ev zenaetekî dirokî ye ji bo vê didomînim."
- Di mehekî de 3 kaşkeyên mînyatur çêdike
Kuçuker diyar kir ku ev 60 sal in vi karî dike, lê êdî nikare çiraxekî jî bibîne ku vî zenaetî hîn bike ji bo ew ê jî dev ji vî karî berde û wiha got: "Êdî ez kal bûm. Ez ê herî zêde 3-4 salan dîsa vî karî bikim lê paşê dev jê berdim. Êdî ev zenaetekî qediyayî ye û ji bo vê çirax jî nayên û hîn nabin."
Kuçuker nîşan da ku di mehê de herî zêde 3 kaşkeyan dikare çêbike, ji xêncî boyaxkirinê her tiştên kaşkeyan bi xwe çêdike. Kuçuker ragihand ku xêncî mînyaturan ji totikên keştiyan kursiyên parkan çêdike û heba kursiyan qedera 150 û 450 lîreyî difroşe.