Jiyan

Muzeya Tunceliyê piştî restorasyonê hat vekirin û rastî eleqeyê tê

Muze ji 4 bloqan pêk tê çaviyên wê yên "pirtûkxane", "Elewîtî", "arkeolojî" û "etnografya"yê hene û di van çaviyan da dîroka nivîskî û zarkî, belge û wêne hene

İbrahim Atmaca, Abdullah Tel  | 31.12.2020 - Rojanekırın : 01.01.2021
Muzeya Tunceliyê piştî restorasyonê hat vekirin û rastî eleqeyê tê

Tunceli

Piştî ku restorasyona Muzeya Tunceliyê kuta bû, muze bi awayê fermî hat vekirin û rastî eleqeyê tê. Di muzeyê da dora 700 berhem tên pêşandin.

Muze çend roj berê bi girêdana vîdeokonferansê ya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û beşdarbûna Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy va hat vekirin.

Muze di sala 1936an da bi mîmariya Almanya û Awisturyayê hat çêkirin û paşê demekê weke qişleya eskerî hat xebitandin. Bi piştgiriya Wezareta Çand û Turîzmê û teşebisa Walîtiyê hat restorekirin. Digel gelê herêmê, ji bajarên derdorê jî ziyaretvan muzeyê ziyaret dikin.

Hewşa muzeyê nêzî 1800 mêtreqareyî ye û li ser erdekî 5 hezar û 805 mêtreqareyî hatiye avakirin. Muze ji 4 bloqan pêk tê çaviyên wê yên "pirtûkxane", "Elewîtî", "arkeolojî" û "etnografya"yê hene. Di van çaviyan da dîroka nivîskî û zarkî, belge û wêne hene.

Ziyaretvan di muzeyê da guh didin tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) û nava hefteyê di navbera saetên 10.00-17.00î da muzeyê ziyaret dikin.

Midûrê Muzeyê Kenan Oncel daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku terxankirina avahiya muzeyê di sala sala 2015an da ji alî Midûriyeta Giştî ya Muze û Mîratên Çandî va hat kirin.

Oncel ragihand ku xebatên restorasyonê qasî 5 salan dewam kir û kontrol û temîrkirina muzeyê piştî temam bû serdana ziyaretvanan jî ji 25ê berfanbarê pê va hat qebûlkirin û wiha domand: "Muzeya me muzeyeke girîng e lewra di salên dawîn da li bajarê me turîzma sporê û sirûştê zêde balê dikşîne. Bi vekirina vê êdî turîzma çandê wê li bajarê me bê kirin. Di muzeyê da beşên arkeolojî, etnografya û baweriyê hene. Niha li muzeya me 700 berhem hene û seranserê heftê jî muzeya me vekiriye. Serê sibehê di saet 10.00an da vedibe û heta saet 17.00an vekirî dimîne û em li benda hemû ziyaretvanan e."

Ji ziyaretvanan Zulfu Ozmen jî got ku dema ew di muzeyê da geriya gelek kêfxweş bû û wiha domand: "Berhemên li muzeyê hene çanda me nîşan didin. Vekirina muzeyê ji bo Tunceliyê gelek baş bû."

Ji welatiyan Suleyman Yuksel jî diyar kir ku muze him bi mîmarî û him jî bi avahîsaziya xwe gelek xweş e û wiha pê da çû: "Dema ez di muzeyê da geriyam rojên berê hatin bîra min. Destê kesên kirine sax be. Xizmeteke xweş û bi kêr e. Ez dixwazim berhemên me yên dîrokî bên dîtin û ji nifşên nû ra bên hiştin. Dîrok ya me hemûyan e. Dîrok dewleta me ye. Miletên bi paşeroja xwe nizanibin bi pêşerojê qet nizanin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.