Jiyan

"Mustafayê Keçelhenekvan" emrê xwe di rêya çivîkên sembola bereketê da derbas kir

Önder Beyter  | 29.03.2021 - Rojanekırın : 30.03.2021
"Mustafayê Keçelhenekvan" emrê xwe di rêya çivîkên sembola bereketê da derbas kir

Şanlıurfa

Li Şanliurfayê Mustafa Çulcuogluyê ku wekî "Mustafayê Keçelhenekvan" tê naskirin, ji bo parastin û danasîna çivîkên ku nesla wan di bin xetereya tunebûnê da ye çi ji dêst tê dike.

Keçelhenekên ku li herêmê wekî "sembola bereketê" tên zanîn û populasyona wan bi tenê li Fas û Tirkiyeyê heye, ji sala 1977an vir va li Îstasyona Lihevzêdebûnê ya Keçelhenekan a girêdayî Wezareta Çandinî û Daristanê ya li rexê Çemê Feratê ya li Bîrecîka navçeya Şanliurfayê, di bin parastinê da ne.

Mustafa Çulcuogluyê 51 salî yê li navçeya Bîrecîkê hê gava piçûk bû, keçelhenekên di nava zeviya kalikê wî yê li rexê Çemê Feratê bala wî kişandin.

Çulcuoglu roj bi roj eleqeya wî ya ji bo keçelhenekan zêde bû û ev çivîk bi turîstên xwemalî û biyanî yên tên herêmê dan naskirin, lewma jî navê "Mustafayê Keçelhenekvan" lê kirin. Ji bo ku nesla van çivîkên kêmdîtî neqele, Çulcuoglu çi ji dêst tê dike.

Her wiha koleksiyona wêneyên keçelhenekan a Çulcuoglu heye ku ji zêdeyî 100 hezar wêneyên keçelhenekan pêk tê. Dîsa Çulcuoglu wêneyên keçelhenakan li ser erebeya ku siwar dibe û tîşortê ku li xwe dike, zeliqandiye û çap kiriye.

- "Min emrê xwe di rêya keçekhenekan da derbas kir"

Mustafa Çulcuoglu ji peyamnêrê AAyê diyar kir ku ew heya 15 saliya xwe weqtê xwe di nava çivîkên keçelhenek ên li nêzîkî baxçeyê kalikê xwe da derbas kir.

Çulcuoglu diyar kir ku wî li behra Egeyê qaptantiya keştiyê kir, lêbelê ji ber hesreta keçelhenekan ew cardin vegeriya memleketê xwe û wiha dewam kir:

"12 sal e jî min xwe û emrê xwe di rêya keçelhenekan da derbas kir. Ez timî bi wan ra me. Ez wêneyên wan dikişînim. Koleksiyoneke min e wêneyan heye ku ji qedera 160 hezar wêneyan pêk tê. Ji van jî bi qasî 100 hezar wêneyî yên keçelhenekan in. Ez bi dinyayê ra vê hezkirin û berhemên xwe parve dikim. Ez dixwazim rojên pêş me, vê arşîva xwe di pêşangehan da nîşan bidim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.