Jiyan

Mozvanê Wanî bi piştgiriya dewletê hem kewarên xwe nû kir û hem jî hejmara wan zêde kir

Nevzat Umut Uzel  | 05.08.2025 - Rojanekırın : 06.08.2025
Mozvanê Wanî bi piştgiriya dewletê hem kewarên xwe nû kir û hem jî hejmara wan zêde kir

Van

Alîhan Baranê 55 salî yê li Wanê ku 20 sal berê dest bi mozvaniyê kiriye, bi piştgiriya dewletê hemû kewarên xwe yên kevn nû kirin û hejmara wan jî gihand 500î.

Baranê bavê şeş zarokan yê li taxa Suphanê ya Edremîtê dijî, di sala 2005an da bi rêberiya birayê xwe dest bi mozvaniyê kir.

Baranê ku di dema şewba Kovîd-19yê da li Mêrsînê mozvanî dikir di nav demê da hejmara kewarên xwe ji 20an derxist 279an.

Ji ber zehmetiyên veguhastinê Baran kewarên xwe bar kir û anî Wan û Sêrtê.

Baran karê xwe li zozanên bibereket ên Gewaşa navçeya Wanê û Baykana navçeya Sêrtê didomîne ku di sala 2018an serî li Saziya Piştgiriya Pêşveçûna Çandinî û Gundewariyê (TKDK) da ku karê xwe bêtir pêşva bibe.

Bi saya piştgiriya saziyê Baran hemû kewarên xwe yên kevn bi yên nû ra guherand û panelên tavê yên ji bo ceyranê û makîneya parzûnkirina hingiv kirî.

Baran salê 7 ton hingiv bi dest dixe û difroşe li çar aliyê Tirkiyeyê.

Baran ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku ew debara xwe bi vî karî dike û wiha axivî: "Di dema pandemiyê da em diçûn Mêrsînê. Wê demê birin û anîna wan zehmet bû, ji ber vê yekê min hemû kewarên xwe anîn vê herêmê. Ez kewarên xwe 20 rojan li navçeya Edremîtê dihêlim û paşê wan dibim Gewaşê. Ez dixwazim karê xwe zêdetir pêşva bibim û hînî kesên ku dixwazin mozvaniyê bibin, bikim. Bi piştgiriya dewleta me em ê di vî karî da hê bêtir pêşva herin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın