"Mirmir" li ser Gola Çildirê ya qerisiye kêf dike
Gola Çildirê ya di mehên zivistanê da ji ber sermayê diqerise bala welatiyan dikişîne û pisîkeke bi navê "Mirmir" jî tevlî welatiyan li ser cemedê digere
Ardahan
Di demsala zivistanê da wextê hewa zêde sar dibe piraniya Gola Çildirê diqerise û cemed digire û ji ber vê taybetiyê her ku diçe ziyaretvanên golê zêde dibin.
Lê ji ziyaretvanan zêdetir pisîkeke bi navê "Mirmir" a domdara loqinteya masiyan a li keviya golê ye balê dikşîne.
Gola Çildirê ya di nav sînorê Erdexan-Qersê da cih digire di mehên zivistanê da diqerise û li serê kaşûna bi hespan tê kirin. Xweşî û taybetiya golê li alîkî û pisîka bi navê Mirmir ya bi ziyaretvanan ra li ser cemedê tûr diavêje jî li aliyê din balê dikşînin.
Xwediyê loqinteya masiyan a li ber golê Atalay Uzunkayayê 3 sal berê li Mirmir xwedî derketiye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku pisîka wî zivistanê li ser gola qerisî digere û kêf dike.
Gera pisîkê ya li ser cemedê bala tûrîstên xwemalî û biyanî yên ku hatine dîtina golê jî dikşîne û ew pê ra wêneyan dikişînin.
Uzunyaka ragihand ku di salên dawîn da eleqeya li ser Gola Çildirê zêde bû û pisîka wî Mirmir jî ji vê eleqeyê para xwe hildide.
Di berdewamiya axaftina xwe da Uzunkaya got: "Mirmir bi tenê li loqinteyê nasekine. Dema gol diqerise ew jî tevlî ziyaretvanan derdikeve gerê û li ser cemedê tûr diavêje. Ev yek jî bala mirovan dikişîne û dema mirov dibînin pisîk li ser gola qerisî digere wêneyan dikişînin."
Ziyaretvanên golê yên Mirmirê zanin dibêjin ku ew ji pisîkê gelek hez dikin û lewra ew tevlî wan diçe ser gola qerisî û digere.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.